Li Çewlîgê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 18:27an çêbûye û hêza wê 4,2 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 11,88 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.