Li Bedlîsê 19 kes ji ber raporên sexte hatin girtin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Raporên Sexte Bedlîs Otomobîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, ji 98 kesên ku ji ber amadekirina raporên sexte hatibûn desteserkirin 19 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê roja 22ê Tîrmehê 2024an li parêzgehên Bêdlîs, Wan, Sêrt, Çewlig, Êlih û Stenbolê bi tohmeta amadekirina raporên sexte yên tenduristiyê 98 kes hatibûn desteserkirin.

Parêzgariya Bêdlîsê ragihand ku karên îfade wergirtina 98 kesan li Rêveberiya Eewlehiyê Bedlîsê bi dawî bû û 50 kes serbest hatin berdan.

Herwiha 48 kes birin Dadgeha Bedlîsê hatin şandin.

Li dadgehê piştî îfade wergirtina dozger 21 kesên din hatin berdan.

 Dadgehê jî 8 kes bi şertên kontrola dadî berdan û derbarê 19 kesan de jî biryara girtinê da.

21 kesên hatin girtin veguhestin Girtîgeha Bedlîsê.

Çi bûbû?

Tîmên Şaxa Qaçaxçitî û Tawanên Organîze ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Bedlîsê 22yê Tîrmehê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê bi tohmeta “sextekariya ku zerer daye dewletê” li bajarên Bedlîs, Wan, Sêrt, Çewlig û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê operasyon li dar xist.

Di operasyona li 6 bajaran de bi ser 104 navnîşanan de hat girtin û 98 kes hatin desteserkirin.

Ji bo desteserkirina 6 kesên din jî xebat berdewam in.

Di operasyonê de dest bi ser 17 otomobîlan hat girtin ku bi raporên sexte yên tendirustiyê hatibûn kirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst