Li Rihayê êrişa çekdarî: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê êrişa çekdarî birin ser kargehekê, 2 kes birîndar bûn.

Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar bi çekê êrişê kargeheke li Taxa Baglarbaşiyê kir.

Di êrişê de xebatkarê kargehê M.E.Y. û ji mişteriyan F.A. birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê.

Polîsan ji bo girtina êrîşkaran xebat da destpêkirin.