Cenazeyê Pêşmergeyekî di Çemê Xabûrê de hat dîtin

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Çemê Xabûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxo cenazeyê Pêşmergeyekî ku doh êvarê ketibû Çemê Xabûrê hat dîtin.

Parastina Sivîlan a Zaxoyê ragihand ku îro sibehê cenazeyê Pêşmergeyê bi navê Şakir Tahîr ji Çemê Xabûrê hatiye derxistin.

Parastina Sivîlan da zanîn Şakir Tahîrê 45 salî ji gundê Pasêyê yê nahiyeya Bamernê ye û doh êvarê saet derdora 19:30an de ketiye Çemê Xabûrê.

Li gorî Parastina Sivîlan a Zaxoyê, dema Şakir Tahîr li nav baxê xwe bûye pirsgirêka avê çêbûye û ji bo ku bi dînamoyê av derxe elektrîkê ew girtiyê û ketiye çem û winda bûye û cenazeyê wî îro hat dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst