HSDyê biryara destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî da

Duh li 12:16
RÛDAW
Nîşan Baregeha Eyn Esedê Êriş HSD Diyaloga Kurdî-Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkeriya ya Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) biryara çalakkirina diyaloga Kurdî-Kurdî da.

Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiya.

Di civînê de mijarên wekî diyaloga Kurdî-Kurdî, hevkariya bi Hevpeymaniya Navneteweyî re, xizmeta leşkeriyê, girtiyên DAIŞê û çareserkirina pirsgirêkên Kama Holê hatine gotubêjkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînî de rewşa Sûriyeyê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî hayiye gotûbêjkirin.

HSDyê tekezî li ser pêwîstiya pejirandina siyaseteke pratîkî û vekirî ya li hemberî hemû pirsgirêkan û amadebûna ji her pêşketinekê re kir.

Encûmena Leşkerî ya HSDyê daxwaza bipêşvebirina destpêşxeriya çareseriyê di çarçoveya Sûriyeyê de kir.

HSDyê ragihand ku “Têkildarî êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê xebat û hewildanên bi saziyên navneteweyî re dewam dikin.”

Herwiha di xuyaniyê de hat ragihandin ku ki bo girtiyên DAIŞê û çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê encamên baş hatine bidestxistin.

Li aliyê din, HSDyê ji bo kesên ku ji xizmeta leşkeriyê reviyane efûya giştî derxist û xizmeta leşkeriyê jî bû 3 sal.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst