SÊRT - 6 kes bi hinceta di dawetê de propgandaya PKKyê kiriye hatin desteserkirin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêrt Govend Stran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku di dawetê de stranên propagandaya PKKyê gotine û dirûşm bilind kirine 6 kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, doh dîmenên dawetê ku çend jinên Kurd li gel strana Kurd govendê digerînin li ser medya civakî hatin belavkirin.

Parêzgariya Sêrtê îro ragihand, li parêzgehên Sêrt û Êlihê 6 gumanbarên ku “propagandaya PKKyê” kiribûn hatin desteserkirin.

Parêzgariya Sêrtê got:

“Di dîmenên ku ji daweteke li navçeya Misircê hatibûn belavkirin de hat tesbîtkirin ku propagandaya PKK/KCKê hatiye kirin.

Şaxa Îstixbarat û Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Sêrtê derbarê bûyerê de xebat da destpêkirin û 6 kesên ku nasnameya wan hat tesbîtkirin li Sêrt û (Êlih) hatin desteserkirin.”

Tîmên ewlehiyê 6 kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê Sêrtê.

Roja 24ê Tîrmehê jî li parêzgeha Mêrsînê 9 ciwanên Kurd ên strana Gerîla gotibûn bi biryara dadgehê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst