Li Wanê dara sed salî ya gûzê di hindirê dikanê de maye

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Dara Gûzê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê dara gûzê ya sed salî ya ku ji nava mexazeya amûrên diyariyê derbas dibe bala mişteriyan dikişîne.

Kerem Tekîn kargeha li Kolana Cumhuriyetê ya du qatî ya ku li gorî dara gûzê hatiye çêkirin kirê kiriye û li wir amûrên diyariyê difroşe.

Ew bi hesasiyeteke mezin dara li nava mexazeyê re derbas dibe xwedî dike.

Kerem Tekîn dara gûzê av dide û aşî dike û dara gûzê bûye wekî sembola mexazeyê.

Dara sedsalî ya ku şahidiya dîroka bajêr dike bala mişteriyan dikişîne.

Xwediyê kargehê Kerem Tekîn got ku dîzaynên li mexazeyê li gorî darê çêdike.

Tekîn anî ziman ku divê darên bi vî awayî bên parastin û got:

"Ev dara sedsalî dîrok û çand e. Lewra em vê ji bo kargeha xwe wekî şensekî dibînin.

Kesên ji rê re derbas dibin hem matmayî dimînin û hem jî wêneyan dikişînin. Ev jî me kêfxweş dike."

Shahra Agaha Îranî jî got, "Em her dem ji bo dan û sitandinê têne vir.

Dara li nava dikanê bala me dikişîne. Li Îranê jî kargeh û mal li gor daran tên dîzaynkirin.

Ev dar bereketa dikanê ye. Dîmeneke gelekî xweş derdixîne holê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst