Li Şirnexê xwepêşandan, meş û civînên li derve hatin qedexekirin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirnex Silopiya Cizîr Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li parêzgeha Şirnexê  û navçeyên wê Silopiya û Cizîrê 5 rojan xwepêşandan, meş û civînên li derve hatin qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê ragihand ku li navenda bajêr û navçeyên Silopiya û Cizîrê ji bo 5 rojan çalakî, meş û civînên li derve hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat ragihandin ku ji bilî çalakiyên ku Walîtî û qeymeqamtî guncav bibînin, bernameyên ku ji aliyê sazî û rêxistinên cemaweriyê ve tên lidarxistin, cejnên fermî û pêşbirkên werzîşê di navbera 27-31ê Tîrmehê de hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Her cure civînên vekirî û meşên xwepêşandanê yên ku di çarçoveya armancên diyarkirî de bêne lidarxistin, merasîmên pêşwazîkirin û xatirxwestinê yên girseyî, daxuyaniyên çapemeniyê yên sazî û rêxistinên li derveyî avahiyên xwe, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina konan, kampanya îmzeyan, vekirina standan, merasîmên cenazeyên girseyî, çalakiyên wekî merasîmên bîranînê, festîval, konser, şahî, her cure çalakiyên dengî û dîtbarî yên ku bi amûrên weşana dengan têne kirin, her cûre çalakiyên hewayî yên wekî fîşekên hewayî, firînên balonan, dron, çalakiyên wekî belavkirina belavok, broşur, daliqandina poster û pankartan, di nava  parêzgehê de û sînorê navçeyên Cizîr û Silopiyayê, heta 5 rojan qedexe ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst