Li gundekî Farqînê muxtar û pismamê xwe bi hev ketin: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê muxtar û pismamê xwe gule li hev reşandin, mixtar jî di nav de 3 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî ji gundê Cano ya navçeya Farqînê ya Amedê yê ku bûyer lê qewimî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku bûyerê di demjimêr 09.00an de rû daye.

Çavkaniyê ji gundê Cano ragihandin ku muxtarê gund Bedrî Çerkezoglu û pismamê xwe Mehmethan Çerkezoglu li ser xaniyekî kavil ê li gund nîqaş kiriye lê nîqaş di demeke kurt de veguheriye pevçûna çekdarî.

Li aliyê din li gorî zanyariyan, di dema berfirehkirina hewşa mizgeftê de di navbera muxtarê gund Bedrî Çerkezoglu û pismamê wî Mehmethan Çerkezoglu de nîqaş derket.

Mehmethan Çerkezoglu bi tivingê gule li muxtar Bedrî Çerkezoglu reşandin.

Guleyên ku ji tivingê derketin, li xebatkarê şaredariyê yê ku li ser firehkirina hewşê dixebitî jî ketin.

Muxtar Bedrî Çerkezogluyê ku birîndar bû çeka xwe ji ber xwe derxist û guleyek li Mehmethan Çerkezoglu xist.

Tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê. Piştî dermankirina li cihê bûyerê birîndar birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.

Cendirmeyan li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.