Laşê wî yê parçekirî hatibû dîtin: Malbata wî ji Rûdawê re axivî

26-07-2023
Nîşan Amed Hezro Faîk Delîbaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Malbata Faîk Delîbaş da zanîn ku sedema mirina wî krîza dil e.

Doh li gundê Goma Dedaşê yê navçeya Hezroyê ya Amedê laşê parçekirî yê Faîk Delîbaş hatibû dîtin.

Hatibû angaştkirin ku Faîk Delîbaş bêkes e û kûçikan laşê wî parçe kiriye lê di rapora otopsiyê ya Faîk Delîbaş de derkete holê ku wî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Xizmên Delîbaş, ji peyamnêrê Rûdawê Evdilselam Akinci re behsa bûyerê kir û wan anî zimên ku Faîk Delîbaş ne bêkes bûye û ji ber tercîha xwe bi tenê dima.

“Ku erebeya yekî ne gelekî paqij be lê siwar nabe”

 Gundiyê Faîk Delîbaş Adil Işikli, angaştên ku xalê wî bêkes bûye red kirin û got:

“Xalê Hecî însanekî paqij e, ev sih sal e ez wî nas dikim, pir paqij e. Sebiyên wî tunin û ev nêzîkî sih salî ye pîreka wî jî nîne. Ji xwe re hate vê derê û cihekî biçûk çêkir. Nanê yekî naxwe, yekî naxe hundirê xwe. Heft rojan bi nigan diçe nanê xwe tîne û tê. Ku erebeya yekî ne gelekî paqij be lê siwar nabe.”

Işikli got, ajelên ku zerar daye laşê Faîk Delîbaş dibe ku kûçik bin lê ew bi ti awayî te bêkes bû û him xizmên wî hebûn him jî gundiyan alîkariya wî dikir.

Cîranê Faîk Delîbaş ê ku cenazê wî ditibû bi vî awayî behsa wan kêliyan kir:

“Ez çûm û min cîranê xwe dît û min gazî kir. Min go werin bi vî awayî bûye. Zaro hatin tev lê bûn kom heta ku esker jî hat û keşif kir.”

Faîk Delîbaş, êvara yekşemê li ber deriya mala xwe jiyana xwe ji dest dabû û laşê wî sibehê yekşemê hatibû ditîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst