Leşkerên Tirkiyeyê li çar ciwanên Kurd da û ew desteser kirin

26-07-2023
Karwan Faidhi Dri @KarwanFaidhiDri
Bûyer roja Sêşemê li zozanên gundê Bêruhê ser bi devera Navberojan a navçeya Rûbarokê çêbûye
Bûyer roja Sêşemê li zozanên gundê Bêruhê ser bi devera Navberojan a navçeya Rûbarokê çêbûye
Nîşan Bulgaristan Ciwanê Kurd Dîndar Dilêr Mihemed Colemêrg Bakurê Kurdistanê Leşkerên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên Tirkiyeyê li çar ciwanên Kurd dan û ew desteser kirin.

Bûyer roja sêşemê li zozanên gundê Bêruhê yê devera Navberojan a navçeya Rûbarokê çêbûye.

Xelkê gund, leşkerên Tirkiyeyê bi lêdana her çar xortan tohmetbar dike. 

Li gorî gotinên gundiyan, her çar ciwanên Kurd li zozanên gund pezê xwe diçêrand û wextê ku wan pezê xwe biriye newalekê daku av bidin leşkeren li wan daye û ew desteser kirine.

Xelkê devera Navberojan Cebar Taş derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got:

“Çar ciwanên gund ku temenên wan di navbera 16-20 salî de ne, pezê xwe birine navçeyeke nêzîkî gund ku piraniya caran ajelên xwe li wir diçêrînin. Di wê demê de hejmarek leşker nêzîkî wan bûne, leşkeran li wan daye û ew desteser kirine.”

Taşê ku kurapê her çar ciwanan e dibêje: “Dema hewar hewara wan hat yekser xelkê gund çûn bi hewara wan ve û ew rizgar kirin. Piştî ku zanîn wêneyê wan tê girtin, leşkeran dest ji lêdanê berda.”

Li gorî wê vîdeoya ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, şeş leşker li beramberî çend kesan rawestiyane ku li ser erdê pal ketine.

Dema leşker fam dikin ku wêneyê wan tê girtin, ji kesê ku kamera di destê wî de ye dixwazin ku wêne û dîmenên wan negire.  

Xelkê gund her çer ciwan ji destên leşkeran xelas kirin û ji bo muayeneyê ew birine navendeka tenduristiyê lê serbaz vegeriyan û her çar ciwanên Kurd desteser kirin.

Bi gotina Taş, kurê wî sala 2021ê bi tohmeta ku bi rêya torên civakî heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye bo demeke kurt hatiye desteserkirin.

Şahidekî ku nexwest navê wî eşkere bibe ji Rûdawê te got, “Bûyer serê sibehê çêbû. Dema kurapên wan xwest wan rizgar bikin, leşkeran gule berdane ber lingên wan, gaza rondikrêj bikar anîn û ew belav kirin.”

Li gorî wî şahidî, di dema hefteyekê de, cara duyem e ku leşker xelkê gund desteser dikin. Leşkeran berî niha li sê kesên din dabû û ew desteser kiribûn.

Şahidê bûyerê tekez dike ku ew navçe ne cihekî qedexekirî ye û tenê 100 metreyî dûrî gund e.

Herwiha, di dema desteserkirinê de leşkeran dest danîye ser telefonên wan û li wan daye.

Wêneyê Demîrtaş hatiye têkdan

Di wan dîmenan ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin de xuya dibe ku yek ji ciwanan birîndar e û wêneyekî Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş li ser bergê telefonekê yê.

Dîsa di dîmenan de xuya ye ku wêneyê Demîrtaş hatiye têkdan.

Wêneyê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li ser bergê lelefonekê ye hatiye têkdan.

Heta niha desthilatdarên Tirkiyeyê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane. Rûdaw, li gel qeymeqamiyê ket peywendiyê lê nekarî bi awayekî rasterast rastiya wê vîdeoyê piştrast bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst