Yekem car e rayedareke pilebilind a NYyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

26-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Neteweyên Tekbûyî Fionnuala Ni Aolain
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand ku Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolainê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Raportora Taybet a Mafên Mirovan û Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolainê serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Rêveberiya Xweser, li ser serdana Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain û şanda pê re daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniye de hat ragihandin ku şanda Neteweyên Yekbûyî bi hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û Semer El Ebdullah, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm re civiyaye.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser wê yekê ku ev cara yekem e ku berpirseke pilebilind a Neteweyln Yekbûyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û serdanê ji 16 heta 19ê Tîrmehê berdewam kir.

Li gorî daxuyaniyê rewşa niştecihên kampên Hol û Rojê û vegerandina biyaniyên di kampan de hatiye niqaşkirin.

Herwiha Rêveberiya Xweser da zanîn ku şanda Neteweyên Yekbûyî di nava du rojan de serdana hemû navendên girtinê, navendên sererastkirinê û kampên li rojavayê Kurdistanê kiriye.

Rêveberiya Xweser tekez kir ku ev serdan gelekî girîng e ji bo bang li civaka navneteweyî bike ku erka xwe li hember rewşên navendên girtinê û kampan pêk bîne.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew nikarin bi tenê vî barî rake û bang li civata navneteweyî ku hevkar be û çareseriyeke giştî ji pirsgirêka bi hezaran malbatên li kampan dimînin re ku ji zêdetirî 60 welatî ne, peyda bike.

"Pir girîng e ku bernameyên perwerdehiyê werin pêşxistin"

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got:

“Ji bo mafên mexdûran û pêkanîna dadmendiya civakî û navneteweyî, terorîstên biyanî yên ku li van navendan hatine ragirtin û barê ewlekarî û lojîstîkî ji Rêveberiya Xweser re çêdikin, bên darizandin. Ji bo zarokên ku di nav şert û mercên zehmet de mezin dibin, pir girîng e ku bernameyên perwerdehiyê werin pêşxistin"

Li gorî ku di dawiya daxuyaniyê de hatiye, Rêveberiya Xweser ji serdana şandê bi hêvî ye ku deng û bangên wan bighîne civaka navneteweyî da ku erka xwe li hemberî vê dosyayê pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst