Rêveberiya Xweser roja dawî ya wergirtina genimên cotkaran eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ragihand, dawiya vê mehê roja dawî ya wergirtina genimên cotkaran e.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke xwe de got, roja 31ê Tîrmehê dê roja dawî wergirtina genimên cotkaran be û dê navendên wergirtina genim jî bêne girtin.

Rêveberiya Xweser got, sedema wê biryarê ew e ku niha berhemeke kêm a genim ji bo wan tê birin.

Rêveberiya Xweser her wiha diyar kir ku sibe roja dawî ya ji bo birîna biletên firotina genim e.

Rêveberiya Xweser beriya niha jî ragihandibû ku wan zêdetirî mîlyonek ton genim ji cotkaran kiriye.