Li Xarpêtê agir bi baxçeyê gûzan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskîlê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi baxçeyekî gûzan ket.

Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hatina havînê û germbûna hewayê re şewatên li daristan û baxçeyan zêde bûne.

Li gundê Hacîmenanê yê Baskîlê ya parêzgeha Xarpêtê ji ber sedemeke nediyar agir bi baxçeyê gûzan ê welatiyê bi navê Aslan Guner ket.

Piştî agahdarkirinê gundî gihîştin cihê bûyerê û agir vemirandin.

Di encama agir de 5 donim baxçeyê gûzan şewitî û yê mayî jî zerar dît.