30 nexweşên penceşêrê di deriyê Bab El-Hewayê re derbasî Tirkiyeyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - 30 nexweşên penceşêrê yên li bakurê Sûriyeyê ji bo dermankirinê di deriyê Bab El-Hewa re derbasî Tirkiyeyê bûn.

Berdevkê Rêveberiya Deriyê Bab El-Hewayê Mazin Elûş ji Rûdawê re ragihand ku piştî danûstendinên bi rayedarên Tirkiyeyê re 30 nexweşên penceşêrê derbasî Tirkiyeyê Kirine.

Herwiha Mazin Elûş got ku derbasbûna nexweşan, bi taybetî jî nexweşên zarok bo Tirkiyeyê dê di rojên bê de jî berdewam be.

Li aliyê din Elûş da zanîn nexweşên ku derbasî Tirkiyeyê bûne dê li nexweşxaneyên Edeneyê bêne dermankirin.

Berdevkê Rêveberiya Deriyê Bab El-Hewayê Mazin Elûş diyar ku 3 hezar 500 nexweşên penceşêrê li ba wan hene û got, “Hinek nexweşên penceşêrê hene em dikarin wan çareser bikin lê hinekên din jî hene em nikarin wan çareser bikin û em wan dişînin Tirkiyeyê.”

Elûş bal kişand ser wê yekê ku beriya erdhejê beşek ji nexweşên penceşêrê diçûn Tirkiyeyê ji bo çareseriyê lê piştî erdhejê Tirkiyeyê rê neda wan ku biçin derman bibin.