Li Mereşê dîsa erdhej çêbû

26-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Elbîstan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi mezinahiya 3,6 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand demjimêr 16.44an li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi mezinahiya 3,6 pileyan erdhejek çêbû.

Herwiha hat ragihandin ku erdhej 7,17 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê, heta niha bi hezaran erdhejên biçûk li navçeyê qewimîne.

Li gorî amarên ku medyayên Tirkiyeyê belav kirine, heta niha zêdetirî 33 hezar erdhejên paşekî li navçeyê hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst