Newxeşên penceşêrê yên Efrînê: Alîkariya me bikin ku em li ba zarokên xwe bimînin

26-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Newxeşên penceşêrê yên Efrînê: Alîkariya me bikin ku em li ba zarokên xwe bimînin
Newxeşên penceşêrê yên Efrînê: Alîkariya me bikin ku em li ba zarokên xwe bimînin
Nîşan Nexweşên Penceşêrê Mazin Elûş Deriyê Bab El-Hewa Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo 608 nexweşên penceşêrê kampanyayek hatiye destpêkirin.

Armanca vê kampanyayê jî ev e ku nexweşxaneyeke taybet a penceşêrê bê vekirin û nexweşên pençeşêrê lê bêne dermankirin. 

Mijara nexweşiya penceşêrê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê di rojevê de ye.

Dîmen û zanyariyên ku Grûpa Efrîn Liveyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandin diyar dikin ku pêketiyên penceşêrê û kesûkarên wan, ji bo rizgarkirina jiyana wan mirovan ji vê nexweşiyê alîkariyêdixwazin.

"Piştî erdhejê, li herêma Efrînê rewş zehmet e"

Nexweşa penceşêrê Nîroz Mihemed Neisan diyar kir ku li konan dijîn û got:

“Em berî erdhejê li hewşê rûniştibûn lê piştî wê, hewşa me wêran bû û em niha li bin kon rûniştine. Penceşêra pêsîrê bi min re heye, min neştergerî jê re kiriye û rakiriye. Xelkê alîkarî bi me re kir. Piştî erdhejê, li herêma Efrînê rewş zehmet e, kes nikare alîkariyê bi me re bike.

"Her danek derman bi 500 dolarî bû"

Em dixwazin her kesê ku dengê me dibihîse bi me re alîkar be ji ber ku bijîşk derman ji min re nivîsî, her danek derman bi 500 dolarî bû, min nikarîbû derman wergirtiba.

"Ez dixwazim çi kesê dengê min dike bi me re alîkar be"

Ez dixwazim çi kesê dengê min dike bi me re alîkar be û  kesê nikaribe alîkariyê jî bike bila ji me re duayan bike, da em li nav zarokên xwe bimînin û wan mezin bikin. Va ye em li bin kon rûniştine, germe û hewş nîne û kar nîne û rewşa me gelekî zehmet e.”

Xelkên Herêma Efrînê bi rêya Rûdawê bang li aliyên pêwendîdar dikin ku rêxistinên navdewletî û herêmî nexweşxaneyeke taybet ya çareseriya penceşêrê vekin û amêrên pêwsît jî lê peyda bibin.

"Em hemû hejar in û rewşa me zehmet e"

Nexweşa penceşêrî Asya Hisên Zemo anî zimên, “Ev nexweşiya penceşêrê pir bûye û em hemû hejar in û rewşa me zehmet e. Em dixwazin hûn nexweşxaneyekê dirust bikin, amêran bînin navçeyên bakurê Sûriyeyê. Rewş gelekî zehmet e û bi sedema erdhejê malên me tevan wêran bûn. Em dixwaazin hûn nexweşxaneyekê dirust bikin û amêran bişînin.”

Asya Hisên Zemo nexweşeke penceşêrê ye lê tevî rewşa xwe ya zehmet, alîkariya hevjînê xwe yê nexweş dike û her du jî weke gelek malbatên din pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Hevjînê Asya Hisên Zemo ku ew jî nexweş e got, “Hevjîna min nexweş e, xizmeta min dike, eger ne ew be rewşa min xirab e, Xwedê û pêxember ji we razî bin, ya rebî”

Ji tevahiya 3 hezar û 300 nexweşên penceşêrê li navçeyên bakur û rojavayê Sûriyê aniha 150 welatiyên Herêma Efrînê nexweşên penceşêrê ne û gelek zehmetiyan dibînin.

Pêwîstiya nexweşan bi çareseriya tenduristiyê heye lê ji bilî vê bangewaziyê, ti rê û çare li ber wan nemane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst