7 ciwanên Kurd ên li Lîbyayê piştî 48 rojan hatin berdan

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan Kurd Duhok Lîbya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heft ciwanên Kurd ku hewl dabûn di rêya Lîbyayê re bi qaçaxî derbasî Îtalyayê bibin û li Lîbyayê hatibûn girtin, piştî 48 rojan hatin berdan. Tê çaverêkirin ku di rojên bihê de ew ciwan vegerin Herêma Kurdistanê.

Ew ciwan xelkê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ne û beriya nêzîkî du mehan di rêya Lîbyayê re hewl dabûn xwe bigihînin Ewropayê, lê qaçaxçiyan ew li Lîbyayê hiştibûn û piştre ji aliyê hêzên emnî yên hikûmeta Lîbyayê ve hatibûn girtin.

Pêr şev ew 7 ciwanên Kurd hatin berdan. Yek ji ciwanan ê bi navê Newroz Newzad ji Rûdawê re got, qaçaxçiyan hertim ew dest bi dest diguherîn, lewra ew niha nizanin kesê herî dawî ew li Lîbyayê bi cih hiştin, kî ye.

Newroz Newzad doh Duşembê 25ê Tîrmeha 2022an beşdarî bultena Nîvroj a Rûdaw TV bû ku ji aliyê Şehyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û ragihand, “48 roj bûn em li girtîgeheke Lîbyayê girtî bûn û şeva bihorî saet 10 em hatin berdan, rewşa me tevan baş e û biryar e em vegerînin Kurdistanê.”

Newzad herwiha got, “Em 7 kes bûn, destpêkê em birin Misirê û biryar bû di rêya Lîbyayê re me bibin Îtalyayê, lê belê kesên ku diviya me bibin Îtalyayê derew kirin û em li ser sînorê Lîbyayê terikandin.”

Wî ciwanê Duhokî tekez kir, “Ji neçarî em teslîmî hikûmeta Lîbyayê bûn, destpêkê me nedizanî ew welatê ku em xwe radestî wî dikin kîjan welat e jî, qaçaxçiyan evqas em di nava xwe de dest bi dest kirin, niha em nizanin kî em li wir hiştin û em navî wî jî nizanin.”

Bi gotina Newroz Newzad, qaçaxçiyan pereyên xwe bi temamî ji wan wergirtine, lê soza xwe neanîne cih û ew negihandine Ewropayê.

Wî xortî destnîşan kir, “Em niha li hotelkê ne û pişkinînên pizîşkî bo me hatine kirin daku em vegerînin Kurdistanê, renge di çend rojên bihê de me vegerînin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst