Dêrsim: Bi navê projeya `paqijkirin û dar çandinê` dar tên birrîn

26-07-2022
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Dêrsim Darbirrîn Xozat Birîna daristanan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li navçeya Xozatê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê piştî agirê daristana sala borî ji aliyê Rêveberiya Daristanê ve projeya paqijkirin û dar çandinê hat destpêkirin, lê tê îdîakirin ku kompanyeya îhale wergirtiye derketiye dervî projeyê û dar zêde birrîne.

Li ser vê yekê Rêveberiya Daristanê derbarê kompanyayê de lêpirsîn da destpêkirin û ceza cîbicîkir. 18ê Tebaxa 2021ê li bejahiya gundên Şamoşî û Zogarê ser bi navçeya Xozatê agir bi daristanê ketibû û piştî 12 rojan hatibû vemirandin û di encam de 140 donim daristan şewîtibû.

Serokê Şaredariya Xozatê dibêje, ne tenê li herêma ku agir pê ketibû dar tên birrîn lê darên gundiyan wek spîndar û darên fêkî jî hatine birrîn.

Serokê Şaredariya Xozatê Seyfi Geyik got “Girêdayî cihên ku sala borî şewîtibûn em ligel rayedaran axivîn. Gotin ew projeya dar çandinê cîbicîh dikin. Em hatin herêmê û me dît ku berevajî vê yekê armanca wan ne çandina daran e lê darên heyî jî dibirrin. Darên berûyan dibirin. Lê vê derê 30 donim cihê şewîtî hatiye îhale kirin lê bi hinceta ewlekariyê niha darên heyî tên jê kirin.”

Hinek nîştecihên gundê Şamoşî ku berî 26 salan piştî valakirina gund ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li herêmên nêzîkê gundê xwe ji neçarî ajeldariyê dikin derbarê birîna daristan û darên xwe de nerazîbûnê pêşan didin.

Nîştecihê Gundê Şamoşî Mehmet Doğan dibêje “Gotin tenê emê darên cihê şewîtî bibirin lê berevajiya vê yekê darên cihên din jê kirin. Di erdê me de nêzîka 15-20 spîndarên me birîne. Me dema rayedar agahdar kirin jî ji me re gotin serlêdana fermî bikin lê heta niha ti bersiv nedane me.”

Nîşteciha Gundê Şamoşî Hezal Doğan diyar kir “Çima vî gundê me ji me distînin, ev çi ye? Ne darên me hiştin, ne jî daristanên ne jî darên me hiştin, tevî birrîn. Kurê min îro çûye gundê me, dîtiye ku spîndarên li mêrgên gundê birrîne. Ev çi ye, çi di dixwazin?”

Mijara birrîna darên daristanên Dêrsimê di demekê de ye, Baroya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê jî ragihandiye ku darên daristanên bajêr tên birrîn û bi vî awayî jinavbirina daristanan li gor xala 169 a Destûra Bingehîn û Qanûna Daristanê sûc e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst