Piştî UNHCR alîkariyê qut kir kampên Herêma Kurdistanê di nav zibil de man

26-07-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kampên Penaberan Kampa Dareşikran UNHCR Zibil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Dareşikran a girêdayî parêzgeha Hewlêrê ev demek e, nehatiye paqijkirin û zibil û gilêş tê de kom bûye. Penaberên kampê dibêjin rêxistinên alîkariyan dest ji alîkarî û xizmetkirina kamp berdane û rewşa wan her diçe xirabtir dibe.

Nêzîkî mehekiye zibil ji nava kampa Dareşikranê nehatiye derxistin û xelkê vê kampê ji ber vê yekê nexweşî û zehmetiyan dikşînin.

Sozan xwedan 5 zarokan e, 3 ji wan li gel hevjînê wê nexweşiya hesasiyetê hene, lewma ew rojane diçin bingeha Tendirustî ya kampê.

Penaber Sozan Hisên got "Di vê heftiyê de, ev 5 car e ez têm bingeha tendirustiyê, 2 caran min ev anî û carekî kurê min yê mezin û carekî ez û careke din li gel hevjînê xwe hatin."

Di nava kampan de, êdî tenê dîmenên zibil û gilêş û bihna wê belav dibin. Ji destpêka vê mehê ve, UNHCR destê xwe ji sekterê WASH anko paqijiyê kişandiye, lewma niha kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê pir bûne ji van dîmenan.

Berpirsê Encumena Kampa Dareşikran Elî Hisên Mişkê dibêje "Me li pêşiya Netewên Yekbûyî xwepêşandan kir û me hemû daxwaziyên xwe danîn ser mêza wan û wan soz dan me ku vê babetê çareser bikin."

Penaber Nizar Ibrahîm diyar kir "Hemû cih pir bûne ji zibil û gilêş. Ne erebeya zibil tê û ne ya ava giran û vê yekê pirsgirêkê li cem me dirust kirine."

Penaber Xalid Ehmed ragihand "Gelek xelk gilêş dişewitînê û bêhna wê nexweşiyan di nava xelkê kampê de dirust dike."

Penaber Qani Zeydîn got "Hebûna gilêşê nexweşiyên weku kolêra û tengnefesî di nava xelkê de dirust kirine bi taybet di nava kesên temen mezin û zarokan de."

Li gor rêveberiya Kampa Dareşikranê, hewlên wan ji bo çareserkirina vê kêşeyê berdewam e, ku pêwîste her du rojan zibil di nava kampê de were rakirin.

Rêveberê Kampa Dareşikranê Botan Selahidîn dibêje "Em çend caran li gel UNHCR civiyan ji bo ku berdewamiyê bide karê xwe di nava kampan de, lê mizabin diyare ku ewan sedemên xwe hene ji bo ku piştevaniya darayî di nava kampan de kêm bike. Me berê xwe da çend aliyên din weku parêzgeha Hewlêrê, bi hêvîne ku ev babet were çareser kirin."

Berî niha UNHCR bi riya 2 kompaniyan zibil ji vê kampê derdixis, lê niha di navbera her roj û rojekî de xelk neçar dibe ku ew bi xwe li ser xerciya xwe pereyan bibe ji bo rakirina zibil, ku her tenekeke zibil bi 3 hezar dînarên Iraqî tê avêtin.

Dîmenên gilêşê û zibil ne tenê di nava kampa Dareşikranê de têne dîtin, lê di nava her 10 kampên Rojavayê Kurdistanê jî tên dîtin, ku w jî piştî vêkêşana UNHCR palpiştiya xwe ji sekterê WASH re.

Tenê pêwîstiya kampên Kewrgosk, Dareşikran, Quştepe û Basirme bi 15 milyon dînarên Iraqî heye heta ku ev kampe werin paqijkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst