HSD: 3 kes li xwe mukur hatin ku agahî dane îstixbarata Tirkiyê

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Sîxur Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di operseyoneke taybet de şaneyeke veşartî ya sîxuran ku ji 3 kesan pêk dihat girtine. Li gorî ragihandina HSDê her sê kesan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîxurtî ji Tirkiyê re dikirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn ku hersê kes di lêpirsîna destpêk de li xwe mukur hatine ku agahî derbarê Endama Encûmena Leşkerî ya HSDê Sosin Bîrhat de kom kirine û ji istixbarata Tirkiyê re şandine û di encamê de fermandara HSDê Sosin û hevalên wê fermandarê Encûmena Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê û şervanê wê Rûbar Hesekê û şervan Seyfullah Ehmed di êrîşa ezmanî ya 19ê tebaxa 2021an de şehîd bûne. Her wiha bûne sedema şehadeta Endamê Encûmena Leşkerî ya YPGê Rênas Roj.

Li gorî HSDê kesên hatine girtin zilamek û 2 ji in li xwe mukur hatine ku ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve hatine erkdarkirin û dema hatine girtin jî armancên nû ji Tirkiyê re diyar dikirin.

HSDê da xuyakirin ku hersê kes radestî dezgehên dadwerî hatine kirin da ku bêne darizandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst