Supasalarê Pêşmerge: PKKê teqe li Pêşmerge kir û ziyan heye

26-07-2021
RÛDAW
Nîşan Supasalarê Pêşmerge Cemal Emînkî Pêşmerge Gerîla PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supasalarê Pêşmerge ragihand ragihand ku îro hejmareke gerîlayên PKKê teqe li bazgeheke Pêşmerge kir û bi gotina wî di encama bûyerê de ziyan heye.

Supasalarê Hêza Pêşmergên Kurdistanê Cemal Emînkî derbarê aloziya îro ya di navbera Pêşmerge û PKKê de zelalkirinek belav kir.

Li gor daxuyaniya Supasalarê Pêşmerge, îro li herêma navbera Xelîfan û Bêxme, hejmareke gerîlayên PKKê teqe li bazgeheke Pêşmerge kir  

Supasalarê Pêşmerge diyar kir, “Vê êvarê di navbera Xelîfan û Bêxme hejmareke gerîlayên PKKê teqe li bazgeheke Pêşmerge kir.”

Spasalarê Pêşmerge destnîşan kir ku, “Piştî teqekirina gerîlayên PKKê, Pêşmerge jî teqe li hember wan kir” û ew dibêje, “Li gor zanyariyên destpêkê di encama bûyera îro de ziyan heye.”

Roja 24î vê mehê jî Supasalarê Pêşmerge ji Rûdawê re ragihandibû, “Gerîlayên PKKê li Çarçela (çiyayek li Metîna) di navbera Amêdî û komelgeha Qediş de, teqe li xaleke Pêşmerge kirin ku çend deqeyan berdewam bû. Pêşmerge jî berevanî li xwe kir û bersiv da.”

Herwiha Cemal Emînkî diyar kiribû, “Ev ne cara yekem e ku li nav xaka Başûrê Kurdistanê teqe li Pêşmerge tê kirin, li çend cihên din jî teqe li Pêşmerge hat kirin. Pêşmerge li ser xala xwe û cihê xwe ye. Li her cihekî teqe lê bê kirin dê bersiv bide.”

Li ser ziyanên wê pevçûnê jî Cemal Emînkî gotibû, ti ziyanek bi ber hêzên Pêşmerge neketiye û “ziyanên PKKê jî ne diyar in.”

Li aliyê din HPGê di daxuyaniyekê de ku hêzên Pêşmerge wek “hêzên PDKê” binav kirine, ragihand, Pêşmerge “roja 5ê Hezîranê bi rengê êrîşê hatiye qada nevbera Girê Çarçel û Girê Hekarî yên girêdayî herêma Metînayê û xwe bi cih kiribû.”

Di daxuyaniya HPGê de hatibû gotin, “Di encama pêşveçûna hêzên PDKê ya ber bi noqteyên gerîla de ji bo demek kurt pevçûn çêbûye. Hêzên PDKê bi çekên giran li qadê xistine û di encama wê de jî şewat bi erazî ketiye. Di heman demê de tevgera zêde ya balafirên şer û keşfê yên ayîdê dewleta Tirk ya li ser herêmê jî didome.”

Ev yek di demekê de ye ku roja 5ê Hezîrana îsal jî dîsa li çiyayê Metîna di navbera PKK û Pêşmerge de alozî derketibû û di êrişekê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst