Hevpeymanan hejmareke hummer û otomobîlên leşkerî da Hêzên Pêşmerge

26-07-2021
RÛDAW
Nîşan Wezareta Pêşmerge Hevpeymaniya Navdewletî Hummer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê yê Wzareta Pêşmerge ragihand Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, beşeke din a alîkariya leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirin û biryar e li ser lîwayên piyade bêne belavkirin.  

Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê yê Wzareta Pêşmerge Osman Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ew alîkarî ku îro Duşemê 26ê Tîrmeha 2021ê gihîşte Wezareta Pêşmerge, "di çarçoveya hewldanên hevpeyaniyê yên ji bo çekkirina Hêzên Pêşmerge de bûye û beşeke din ji alîkariya lojîstîk gihiştiye Wezareta Pêşmerge".

Osman Mihemed got: “Biryar e ku ev alîkarîyên hatine dayîn di çarçêweyê bernameya Wezareta Pêşmerge de bi ser lîwayên piyadeyan de bêne belavkirin.”

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di derbarê alîkariyan de daxuyaniyek belav kir û got got, "Di berdewamiya ev alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletê pêşkêşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin de, beşek ji van alîkariyan gihîştine destê Hêzên pêşmerge û di merasîmeke taybet de ku ji aliyê efserên bilind ên wezaret û hevpaymanan ve hatiye îmzekirin û hatin wergirtin.”

Herwiha Navenda Ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge dibêje: "Ev alîkarî bi rêya hevpeymaniya navdewletî di çarçoveya bernameyeke taybet bo jinavbirina û şikandina DAIŞ û komên terorîst de ji pêşmergeyan re tên pêşkêşkirin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xistine ku ji çavkaniyeke Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin, alîkarî ji 50 hummerên leşkerî, 3 tankerên avê û 25 barhilgiran pêk tê.

Di bin çavdêriya Wezareta Pêşmerge û Fermandariya Operasyonên Hevbeş de roja 15ê Tîrmeha 2021ê beşeke din a alîkariyên hevpeyvaniyê gihiştin destê Hêzên Pêşmerge û di nava wan de kelûpelên lojîstîkên leşkerî jî hene.

Cîgirê Fermandarê Pêşmerge yê ji bo operasyonan li Wezareta Pêşmerge lîwa Qaraman Kemal ji Rûdawê gotibû: "Ev alîkarî di çarçoveya alîkariyan de ne ku welatên di nav hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de biryar dane ku hêzên pêşmerge bi çek bikinli dijî DAIŞê.”

Bernameya hevkarî biçekirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji sala 2014an vir ve berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst