Galeriya wêneyan

26-07-2021
15 Photos
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî

Li Moskowa paytexta Rûsyayê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî birêve çû ku vê festîvala bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê kelecaneke mezin pêk anî.

Di heyama 4 rojan de 35 fîlmên Kurdî bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşandan. Hemû derhêner û akterên ku di festîvalê de amade bûn bi bi `xelateke taybet` a festîvalê hatin xelatkirin.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 21 Tirmehê bi filma “Keçên Rojê”  ya derhênera Fransî Eva Hasson hat vekirin û 24 Tîrmehî jî bi fîlma “Xaniyê bê banî” ya derhêner Solîn Yûsif  ji Başûrê Kurdistanê jî hat girtin.

Tora Medyayî ya Rûdawê hevkara fermî ya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bû ku kelecanek pêk anî û rastî eleqeyeke mezin hat.

Di rêûresmê de rêkxera Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê Gulîzer Gerdenzerî spasdarî û destxweşî li derhêner û akterên beşdar, ji bo piştgirî jî li Wezareta Kulturê ya Rûsyayê, her weha li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Di axaftina xwe de Gulîzer Gerdenzerî bi taybetî spasdarî li Tora Medyayê ya Rûdawê kir ji bo rumalkirina vê çalakiyê di seranserê çar rojan de.

Hemû zanyarî derbarê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de...

Wêne: Kamîz Şeddadî/Rûdaw