Artêşa Tirkiyê gundên Minbic topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û çekdarên oposizyona Sûriyî çend gund li derdora Minbicê topbaran kirin.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê, şeva borî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve ji bingeha Tirkiyê ya li gundê Yaşlî li bakurê rojavayê Minbic, gundên Um Edese û Um Celûd, Dendeniyê û Seyade bi hawnan topbaran kirin.

Li gor heman çavkaniyê, 8 top li wan gundan ketine xwarê lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî nehatine belavkirin.

Herwiha hat ragihand ku topbaran berdewam dike.