AMED - Minîbûs û traktor li hev qelibîn: 16 birîndar
Navenda Nûçeyan - Li Amedê di encama bûyereke hatinûçûnê de 5 jê giran, 16 kes birîndar bûn.
Bûyer li ser cadeya Xarpetê ya li navçeya Yenîşehîr a Ameda Bakûrê Kurdistanê çê bûye.
Di bûyerê de mînîbûsek û traktorek li hev qelibîne û di encamê de 16 kes birîndar bûne, ku rewşa tendirustiya 5 kes ji wan giran e.
Li gor agahiyan, di nava birîndaran de zarok jî hene, ku yek ji wan pitikekî 3 mehî ye.
Tîmên hawarçûnê û tîmên tendirustiyên gihîştin cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.