Li kolaneke Hewlêrê pitikekî du rojî hat dîtin

26-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Taxa Sefîn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Sefîn a Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pitikekî çend rojî li kolanê hat dîtin.


Nûçegihana Rûdawê, Dilniya Rahman aşkere kir, ew zaroka sava kur e û dibe ku beriya bi du rojan jidayîk bûbe.


Niştecihên taxa Sefînê ku ew pitik li kolanê dîtine, diyar kirin ku otomobîleke ji corê pîkapekê li cihê ku ew pitik hatiye dîtin digeriya û gotin, gumana wan li ser wê pîkapê heye.

 

Welatiyan ew pitik radestî hêzên polîs kirin û hat ragihandin rewşa tenduristiyê ya wî zarokava sava çend rojî ku li Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya  Hewlêrê di bin çavdêriyê de ye, baş e.

 

Rêveberê Nexweşxaneya Jidayîkbûnê ya  Hewlêrê ragihand, heta ku malbata wî tê destnîşankirin ew pitik dê di bin çavdêriyê de be û got, eger malbata wî neyê dîtin, ew dê wî zarokî bi rêkarên yasayî radestî malbateke din bikin.

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz jî aşkere kir ku wan rûmalên kamerayên ewlekariyê kontrol kirine û hewl didin xwe bigihînin wê malbata ku ew pitik avêtiye kolanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst