Heyva Sor a Kurd li kampa Holê xizmetên pizîşkî dide zarokên nexweş

26-07-2019
Loloxan
Li Kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd bi awayekî berdewam xizmetên pizîşkî ji zarokên nexweş re pêşkêş dike
Li Kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd bi awayekî berdewam xizmetên pizîşkî ji zarokên nexweş re pêşkêş dike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Kampa Holê Zarok Nexweş Heyva Sor a Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurd bi awayekî berdewam xizmetên pizîşkî ji zarokên nexweş re pêşkêş dike, lê ji ber hejmara zêde ya koçberan, jiyana hinek zarokan dikeve metirsiyê.

 

Li Kampa Holê, ji ber hejmara zêde ya koçberan xizmetguzarî jî kêm in, zarok rûbirûyî nexweşiyan dibin, herwiha ji ber kêmbûna dermanan û amûrên çareseriyê, gelek caran zarok ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê têne veguhestin. 

 

Kampa Holê ku 40 kîlometre dikeve rojhilatê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdeyî 70 hezar koçber lê dijîn.

 

Piraniya akinciyên wê kampê jin û zarokên DAIŞê ne. Ji ber hejmara zêde ya koçberan, xizmetguzarî jî kêm in, zarok rûbirûyî nexweşiyan dibin, herwiha ji ber kêmbûna derman û amûrên çareseriyê, gelek caran zarok bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê tên veguhestin.

 

Jina DAIŞî, Meha Nasir dibêje: “Destpêkê germa hat ser keça min, gilî ji tiştekî nedikir, dest û lingê xwe dilivandin, jinişka ve germa hat ser, dermanê kêmkirina germayê li vê derê nebû, piştre ji hişê xwe çû, min ew bir Hesekê û 17 rojan mam, careke din 10 rojan mam, kesekî min nîne, ez kar dikim bo debara jiyanê, şîr û derman jê re peyda dikim, ji bilî vê keçê 5 zarokên min ên din hene.”

 

Tevî ku binkeyeke tendirustî li nav kampa Holê heye û Heyva Sor a Kurdî bi alîkriya rêxistinên mirovî xizmetên pizîşkî ji zarokên nexweş re berdewamî pêşkêş dike, lê ji ber hejmara zêde û kêmbûna amûr û dermanên pêwîst, jiyana hinek zarokan dikeve metirsiyê.

 

Um Telhe jineke din a DAIŞî ye, ew jî behsa nexweşketina zaroka xwe dike. Um Telje dibêje: “Niha zaroka min di navbera jiyan û mirinê de ye, tê pêşbînîkirin derman jê re bînin, dibe canê xwe ji dest bide, li vê derê guh nadin zarokan, em dixwazin tehlîla zarokan bê kirin, me çareserî ji wan re divê.”

 

Di dema dawî de, piştî navbênkariya serok hozên Ereb, du karwanên jin û zarokên DAIŞê yên Sûrî ji kampa Holê ber bi Dêre Zorê û Minbicê bi rê ketin û vegeriyan malên xwe. Hevdem Rêveberiya Xweser berdewam dixwaze pirsgirêka çekdar û kesûkarên DAIŞê li kampa Holê di zûtirîn dem de çareser bibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst