Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û Zanîngeha Middle Tenesse State yadaştnameyek îmze kirin

26-07-2019
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Middle Tenesse State Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Yadaştname
A+ A-

Duhok  (Rûdaw) – Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û Zanîngeha Middle Tenesse State yadaştnemeyeke lihevtêgihiştinê îmze kirin. Ev yadaştname rê dide xwendekaran ku ji nav zêdetir ji 160 bernameyan xwendinê yekî hilbijêrin û bixwînin.


Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û Zanîngeha Middle Tenesse State yadaştnameyek di bareyê lihevtêgihiştinê de weke yekem pêngava destpêkirina 4 hevbeşiyên mezin li gel zaningehên Amerîkayê, îmze kirin.




Rêveberê Giştî yê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê Dr. Nizar Ehmed, bi amadebûna Cîgirê Rêveberê Giştî yê Zanîngeha Middle Tenesse State Peter Cunningham di rêûresmeke taybet de yadaştnameyek îmzekirin.




Li gor daxuyaniya Zankoya Amerîkî ya Kurdistanê, ev hevbeşî rê dide ku xwendekarên Zankoya Amerîkî ya Kurdistanê beşeke xwendina xwe li Zaningeha Middle Tenesse State bixwînin, an jî bo xwendina master û doktorayê biçin bo wê zaningehê. Herwiha rê dide ku xwendekar ji nav zêdetirî 160 bernameyan yekî hilbijêrin û bixwînin. 


Di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Middle Tenesse State dikarin bo maweyê salek an du sal li Zaningeha Amerîkî ya Kurdistanê bixwînin.




Rêveberê Pêşxistina Xwendinê li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Michael MacLean got, “Ev yek ji wan hevbeşiyan e ku Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê – Duhok li gel zaningehên Amerîkayê îmze kiriye.”


Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, jibilî Zankoya Middle Tenesse State, kar dike li gel zankoyên Huston, Wayne State û Buffalo zincîre hevbeşeyên girîng de yadaştnameyan îmze bike. Xwendekarên Zaningeha Amerîkî ya Kurdistanê dikarin li zankoyên Amerîkayê beşeke xwendina xwe pêk bînin.




Zanîngeha Middle Tenesse State 40 kîlometreyan ji eyaleta Nashville dûr e ku mezintirîn navenda niştecihên Kurd e li Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst