Serokê Bereya Tirkmenî ji gotina xwe gav paş ve avêt

26-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kurdistan Kurd Iraq Bereya Tirkmenî Erşed Salihî
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Gotinên Serokê Bereya Tirkmenî, Erşed Salihî ku gotibû, eger lîsteya dengderan neyê nûkirin û hilbijartin bi heman lîsteya niha bihê encamdan, dibe ku li Kerkûkê şerekî navxweyî derkeve, rastî bertek û nerazîbûna aliyên Kurdî hat û daxwaza lêkoînê li gotinên Erdeş Salihî tê kirin.

 

Parlamentoya Iraqê pêdeçûn bi yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan de kir û biryar da roja 1ê Nîsana 2020an ev hilbijartin li tevahiya parêzgehên Iraqê bê kirin.

 

Tevî ku pêdeçûn bi yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan de hate kirin û biryara lidarxistina hilbijartina encûmenên parêzgehan hate dan, lê belê vê biryarê nakokiya navbera aliyan kûrtir kiriye.

 

Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Erşed Salihî li hember biryara lidarketina hilbijartina encûmenên parêzgehan bertek nîşan dabû û derbarê egera derketina şerekî navxweyî de hişyarî dabû. Erşed Salihî li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibê: “Eger lîsteya dengderan neyê nûkirin û hilbijartin bi heman lîsteya niha bihê encamdan, dibe ku li Kerkûkê şerekî navxweyî derkeve û guhertin di nexşeya demografî û siyasî ya Iraqê de çê bibe.”

 

Gotinên Erşed Salihî rastî nerazîbûnên tund, bi tyabet nerazîbûna aliyên Kurdistanî hat û daxwaza encamdana lêkolînê li gotinên Salihî hat kirin.

 

Asta nerazîbûnê bi qasekî zêde bû, ku Serokê Bereya Tirkmenî neçar bû axaftina xwe biguhere û îdia bike, ku gotinên wî hatine guhertin û bi şaşî hatine fêmkirin.

 

Erşed Salihî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Mixabin hinekan hemû belav nekirine, ez dibêjim eger hûrbînî di tomara dengderan de nehat kirin, wateya vê ev e ku rewş semqagîr û baş nîne, eger hûrbînî di tomara dengderan de neyê kirin, watya vê ev e dê qeyran çê bibe, pêwîst e em rê nedin ev qeyran bibin qeyranên mezintir. Em dixwazin hemûyan kom bikin.”

 

Kurd di nava parlamentoyê de, her zû bersiv dane daxuyaniya Serokê Bereya Tirkmenî û gotinên wî weke gefeke ciddî bo ser Kerkûkê şîrove kirin. Aliyên Kurdistanî herwiha bi nivîseke fermî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî kirin, ku weke Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê lêkolînê li vê mijarê bike.

 

Parlamenterê Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê, Cemal Şukur têkildarî mijarê ji Rûdawê re axivî û got: “Ti pêkhateyek bi tenê nikare Kerkûkê birêve bibe, lewma divê em bibin sedemek baş û xêr di navbera netewan de, daku em bigihin encamê. Her ji ber wê yekê jî bûye ku me pêdeçûna bi beşek ji yasaya hilbijartinan qebûl kiriye, zêdebarî têbîniyan. Erşed Salihî roleke xirab dilîze û bi dehan car di ragihandinan de axiviye, ya ku ew dibêje, dibe sedema têkdana navbera netewan.”

 

Kurd ji pêdeçûna bi yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan nerazî ye û dixwazin bi her awayî ku dibe, fişarê çê bikin daku benda 35 a yasayê ku taybet e bi Kerkûkê, sererast bikin.

 

Nerazîbûna Kurd li ser vê yekê ye ku ji bo hilbijartinan 1.9 Sant Lego hatiye diyarkirin û daxwaz dikin ev yek bibe 1.7, herwiha aliyên Kurd daxwaz dikin ev birge jî were jêbirin ku Kerkûkiyên li derveyî Kerkûkê neçar dike, di dema dengdanê de vegerin bajarê xwe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst