TEV-DEM: Gefa li ser Serêkaniyê berdewamiya êrişa Efrînê ye

26-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan TEV-DEM Kemal Akif Efrîn Tirkiye Serêkaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Navenda Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEMê  Kemal Akif ragihand ku gefa li hember Serêkaniyê berdewamiya  êrîşa ser Efrînê ye û daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku rê li ber gefên Tirkiyê bê girtin.

 

Di konferanseke rojnamevaniyê de, ku li bajarê Qamişlo birêve çû, Berdevkê Navenda Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEMê  Kemal Akif diyar kir ku binpêkirina li dijî sivîlan li Efrînê berdewam dike û got: "Li seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyê re, Artêşa Tirkiyê gef û êrîşan dike.”


Kemal Akif derbarê geşedanên dawî yên li herêmê rû didin de daxuyanî da.


Akif li ser rewşa Efrînê wiha axifî: “Agahiyên ku ta niha gihîştine me dewleta Tirk hîn binpêkirinên xwe di Efrînê de berdewam dike.  Rewşa revandinê dewam dike û ji xwediyê wan daxwaza diravan  dikin û eger ew dirav neyên dayîn jî yên revandî tên kuştin. Li Efrînê kiryarên terora DAIŞê bi awayekî zelal tên xuyakirin ku hin kesên revandî hatine dîtin û bandora îşkenceyê li ser laşê wan hebû û her wiha hin termên ku perçe perçe bûne hatin dîtin. Tecawiz li ser kal û pîr û jinan berdewam e û hin kesên xwedî pêdiviyên taybet jî hatine revandin.


 Di berdewamiya axaftina xwe de Berdevkê Navenda Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEMê  got jî: “Tişta li Serêkaniyê çêbû jî hewildanên xerakirina aramî û ewlehiya herêmê bû, divê tevahî dewletên cîhanê tevbigerin ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û her wiha gefên Erdogan dijî gelê me li tevahî bakurê Sûriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst