HDPê kuştina mamoste Necmettin Yilmaz şermezar kir

26-07-2017
RÛDAW
Nîşan HDP Serpil Kemalbay şermezarkirin kuştin Necmettin Yilmaz
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay kuştina mamosteyê bi navê Necmettin Yilmaz ji aliyê PKKê ve, şermezar kir.

 

HDPê duh li Amedê dest bi 'Nobeta Wijdan û Edaletê' kir û Serpil Kemalbay beşdarî nobetê bû.

 

Kemalbay di axavtina xwe de ragihand, ku nobeta ku dane destpêkirin, ji bo gelên Tirkiyê bangewaziyek e.

 

Herwiha Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay kuştina mamosteyê bi navê Necmettin Yilmaz ji aliyê PKKê ve, şermezar kir û got: “Mamoste Necmettin hate kuştin. Partiya me di civîna grûpê de û bi daxuyaniyeke çapemeniyê, ev kuştin şermezar kir. Em weke HDPê, me êrişên ku bi ser sivîlan têne kirin, her dem şermezar kir û em şermezarkirinê didomînin. Di vê erdnîgariyê de Necmettinekî din jî, ku xebatkarê bînasaziyê bû, li Gevera Colemêrgê, gava li gel 7 zarokên xwe di mala xwe de rûdinişt, bi êrişa hêzên dewletê, li ber çavê zarokên xwe hate kuştin. Di wê êrişê de bebikê wî yê 9 mehî, ji aliyê polîsan ve ber bi hewayê hate avêtin û bebik hêj tê dermankirin.

 

Emê li hember kuştinên sivîlan hestiyar bin, lê divê em li hember kuştina hemû sivîlan hestiyar bin. Lê belê em dibînin ku navê xebatkarê bînasaziyê yê ji Geverê Necmettin, li ti cihekî derbas nabe. Awayê kuştina wî, ji aliyê xelkê vê erdnîgariyê ve gelek hatiye dîtin. Gelê kurd van guleyan nas dike. Ev kuştina bê daraz e. Em dizanin ku beriya vêya jî bi hezaran kuştina bê daraz hatin pêkanîn. Ev kuştin berdewam in. Nobeta ku me daye destpêkirin, li dijî kuştina sivîlan, îtiraz û têkoşîn e.”

 

Çend roj berê jî Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş kuştina mamoste Necmettîn Yilmaz ji aliyê PKKê ve, şermezar kiribû.

 

Selahattin Demirtaş di peyama xwe de gotibû: "Ez kuştina mamoste Necmettîn şermezar dikim. Ez bê dudilî qetilkirina mamoste Necmettin şermezar dikim û nahletê lê tînim. Ti sedemeke rewa û exlaqî ya vê hovîtiyê nîne. Ji wî re rehmeta Xwedê, ji hezkiriyên wî re jî sebrê dixwazim. Ez dixwazim bibêjim em bêdengiyê li hemberî vê qetilkirinê ti caran qebûl nakin."

 

Necmettin Yılmaz

 

Mamoste Necmettin Yilmaz li navçeya Pulumur a Dersîmê piştî ku hatibû revandin, termê wî li ber çemekî kuştî hatibû dîtin û di raya giştî ya Tirkiyê de bûbû sedema karvedaneke mezin.

 

Mamosteyê bi navê Necmettin Yilmaz dema ku ji navçeya Sêwreg a Rihayê ber bi bajarê xwe Gumuşhaneyê diçû li ser rêya navçeya Pulumuriyê ya Dêrsimê ji aliyê hin kesên nediyar ve, otomobîlê wî hatibû şewitandin piştre termî li ber Çemê Pilûmeriyê hatibû dîtin.

 

Navenda çapemeniyê ya HPGê daxuyaniyek derbarê Necmettin Yilmaz de dabû û ragihadibû ku “hate cezakirin”.

 

 

Di daxuyaniyê HPGê de wiha hatibû gotin:

 

“Li Dêrsimê, kesê bi navê Necmettin Yilmaz ku cihê hêzên me yên gerîlayê û şêweya tevgerên wan îxbar dikir û li gel dijmin hevkariyê dikir, di 16ê Hezîranê de li nêzîkî gundê Zaxgê yê ser bi Dêrsimê, hate cezakirin.”  


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst