Dosyaya Roboskî ji nû ve tê vekirin

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Berat Albayrak got, dibe ku dosyeya Roboskiyê jinûve bê vekirin.

 

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Berat Albayrak di televîzyona Haberturkê de derbarê bûyerên piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de daxuyanî da.


Berat Albayrak diyar kir dibe ku piştî hewldana derbeyê dosyeya Roboskiyê jinûve vekin.


Li Roboskiyê 28ê Berfanbara 2011ê de gundiyên dema ji karê qaçaxiyê hatin li sînorê Herêma Kurdistanê rastî êrişa balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatin di encamê de 34 welatiyan canê xwe ji dest dabûn.


Wê demê Akin Ozturk Fermandarê Hêzên Hewayî bû ku piştî hewldana derbeyê hate desteserkirin û hate girtin.

Albayrak herwiha got kubûyera xistina balafira Rûsyayê jî ji nû ve bê vekolandin.