Mislim: YPG dibe beşek ji artêşa Sûriyeyê

26-07-2015
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistan YPG Sûriye Salih Mislim
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ragihand: “Em dê rê bidin artêşa Sûriyeyê vegere Rojavayê Kurdistanê û dê hingê YPG bibe beşek ji artêşê, lê belê bo vegera wê pêwîstî bi hizreke nû û mercên nû heye.”

 

Hevserokê PYDê Salih Mislim di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Al-Hayat a çapa Lendenê, ragihand: “Min ti guman li wê hindê nîne ku îstîxbarata Sûriyeyê û îslamiyên tundrew ên ku ji girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê hatine berdan, xelkên xwe dişînin bo nav refên DAIŞê û rêxistinên wek wê. Ew di wê yekê de xudan tecrube ne. Lê ew yek lîstikek tirsnak e û ez wiha dibînim, ku DAIŞ tenê yek ser û yek beden nîne.”

 

Salih Mislim herwiha dibêje: “Ew DAIŞa ku êrişî kurd dike, pêwendî bi çend aliyên nav hikûmeta Tirkiyeyê ve heye. Dema ku DAIŞ govarekê diweşîne bi nave DABIQ, ew yek pêwendî bi wateyên tirkî ve heye.”

 

Mislim tekez jî dike: “Wisa xuya ye ku dezgehên rejîma Sûriyeyê lîstikek tirsnak kiribin. Gelo ma ne tiştekê ecêb e, rêxistinên îslamî li Helebê di nav xwe de şer bikin, ew jî li navçeyekê nêzîkî eniya şer ligel artêşa rejîmê.”

 

Salih Mislim di bersiva pirsyarekê de, ku kê piştevanê serekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje: “Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê alîkariya me dike. Gelê me li Bakûr di pirsên mirovî de alîkariya me dike. Alîkariyên ji Kurdistana Iraqê ve hem darayî bûn û hem jî çek bûn. Kurdên Ewropayê jî ku hejmara wan nêzîkî 2 milyon kesî ye, rola xwe lîstin. Bêguman rêxistinên mirovî jî hene û Heyva Sor a Kurdistanê jî heye.”

 

Hevserokê PYDê derbarê egerê kontrolkirina hemû Sûriyeyê ji aliyê rejîma wî welatî de dibêje: “Ez ne di wê baweriyê de me ku Sûriye vegere bo rewşa berê. Em bi rastî ji bo Sûriyeyek demokratîk û federal têdikoşin.”

 

Salih Misilm derbarê vegera artêşa Sûriyeyê bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê de jî dibêje: “Eger artêşa Sûriyeyê bi hizirkirinek nû û bi mercên nû bixwaze vegere navçeyên me, çima na? Wê demê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibin beşek ji artêşa Sûriyeyê, lê vegeryana artêşê bi lojîka Beisê û îstîxbaratê bi ti şêweyekê nayê qebûlkirin û em venagerin bo qonaxên berê.”

 

Mislim di dirêjiya hevpeyvîna xwe ya ligel rojnmaeya Al-Hayat de, di bersiva pirsyarekê de ku Dijbereya Sûriyeyê bi awayekê berdewam diyarkirina çarenivçsa Serokê Sûriyeyê Beşar Esed kirine mercê çareseriya kirîza Sûriyeyê, nêrîna xwe bi vî awayî tine ziman: “Ez di wê baweriyê de me ku tiştek şaş e şarenivçsa gelekê û dewletekê bi çarenivçsa tenê kesekê ve were girêdan.

 

Hevserokê PYDê behsa nêrîna Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan derbarê pêwendiyên ligel rejîma Sûriyeyê de jî dike û dibêje: “Wî dizanî ew pêwendî ji bo berjewendiya her du aliyan e.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst