Fermandareke HPGyê jiyana xwe ji dest da

26-06-2024
RÛDAW
Nîşan HPG Êlih Artêşa Tirkiyê Kercews Çiyayê Mava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku fermandara wan a bi navê Berîtan Nûrhan Çîyayê li herêma Mavayê ya jiyana xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku endama Fermandariya Eyaleta Gabarê Bêrîtan Nûrhak Çiyayê di êrişeke esmanî ya balafirên Tirkiyeyê de li herêma Mavayê ya Heskîfa parêzgeha Êlihê jiyana xwe dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê nav û fermandara wan Sultan Dag a bi nasnavê Bêrîtan Nûrhak Çiya ji herêma Omeriyan a Mêrdînê ye.

Ji 18ê vê mehê vê artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Mawayê sêgoşeya herêmên Heskîf, Kercos û Torê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Herwiha parêzgariya Êlihê jî 19ê mehê heta 3yê Tebaxê li herêmê biryara qedexeya derketina derve dabû.

Hat zanîn ku li herêmê xeta elektrîkê û înternetê jî hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst