YNK û PDKyê li ser roja hilbijartinan çi got?

26-06-2024
Nîşan PDK YNK Mehmûd Mihemed Sadî Ehmed Pîre Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê”
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkên PDK û YNKyê da zanîn ku ew ji hilbijartinan re hazir in û dê ji îro ve dest bi amadehiyên hilbijartinan bikin.

Îro Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser roja hilbijartinan daxuyaniyek belav kir.

Mehmûd Mihemed da zanîn ku PDKyê dest bi amadehiyên pêvajoya hilbijartinên Perlamantoya Kurdistanê dike.

“Em ji hilbijartinan re amade ne”

Mehmûd Mihemed got:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo lidarxistina hilbijartinên serdema şeşê ya Perlamantoya Kurdistanê rojeke nû diyar kir û partiya me dest bi amadehiyên hilbijartinên Perlamentoya Kurdistanê dike.

Em hêvîdar in ku hilbijartin bi awayekî demokratîk, paqij û zelal bên kirin ku encamên wê di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bin.

Partiya me ji sala 2022yan ve gelekî xwest ku berî temambûna dema yasayî ya Perlamentoya Kurdistanê tedbîrên pêwîst ji bo pêvajoya hilbijartinên serdema şeşem a Perlamentoya Kurdistanê bên destpêkirin lê mixabin gelek astengî hatin çêkirin.

Ew astengî wekî zererên pêvajoya siyasî û qanûnî ji bo Herêma Kurdistanê vegeriyan û bandoreke xirab li desthilat û mafên Herêma Kurdistanê li dû xwe anîn.”

“Divê em ji zimanê tûndiyê dûr bikevin”

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre jî di konferanseke rojnemegeriyê de behsa helwêsta YNKyê ya li ser hilbijartinan kir.

Sadî Ehmed Pîre amaje bi wê yekê kir ku wan dest bi bi amadehiyên hilbijartinan kiriye û divê êdî hilbijartin neyên taloqkirin.

Sadî Ehmed Pîre eşkere kir ku YNKyê nexwest ku hilbijartin bên taloqkirin û hilbijartin di 10ê Hezîranê de bên kirin lê ji bo wan a girîng ew e ku hilbijartin bên kirin.

Sadî Ehmed Pîre behsa helwêsta YNKyê jî kir û wiha got:

"Em ji bo hilbijartinan amade ne û em hêvîdar in ku hilbijartin di rewşek baş de werin kirin.

Divê em dev ji zimanê tund ku dibe sedema alozî û wêraniyê dûr bikevin.

Pêwîstiya Kurdistanê bi parlamentoyeke çalak û hikûmeteke bihêz heye ku pirsgirêkan çareser bike.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst