Li Îdrîs Baluken 3 sal û 9 meh ceza hat birîn

26-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îdrîs Baluken HDP Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber çend axaftinên wî yên di serdama parlamenteriyê de 3 sal û 9 meh ceza li Îdrîs Balûken hat birîn.

Li parlamenterê berê yê HDPyê Îdrîs Baluken ji ber çend axaftinên wî yên ku di navbera salên 2014-2016an de di serdema parlamenteriya xwe de kirine dozek hatibû vekirin.

Îro rûniştina dozê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat kirin.

Baluken beşdarî rûniştina dozê nebû û parêzerê wî bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî dozê bû.

Dozger di rûniştina dozê de daxwaz kir ku Îdrîs Baluken ji ber axaftinên xwe yên di dema parlamenteriyê de 3 caran bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” bê cezakirin.

Parêzerê Baluken jî daxwaz kir ku miwekilê wî 3 caran ji ber heman sedemê neyê cezakirin.

Ji ber her axaftinê salek û 3 meh ceza

Lê heyeta dadgehê ew daxwaz qebûl nekir û cuda cuda ji ber her carekê salek û 3 meh, bi giştî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Îdrîs Balûken birî.

Dagehê  herwiha di heman dozê de  biryar da ku Balûken ji tohmeta “dijayetîkirina yasaya bi hejmara 2911ê” ku taybet e bi sazkirina xwepêşandan, meş û civînan bê beraetkirin.

Piştî berdanê bi 2 rojan dîsa hatibû girtin

Parlamenterê berê yê HDPyê Îdrîs Baluken sala 2016an bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” li gel hevserokên berê yên HDPyê hatibû destserkirin û piştre 30ê Kanûna Paşîn a 2017an di rûniştina yekem a dozê de hatibû berdan.

Lê piştî berdana wî bi du rojan li ser nerazîbûna dozger careke din hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst