Erdogan: Lêkolînên derheqê sedema derketina şewatê berdewam in

26-06-2024
RÛDAW
Nîşan Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğam Agir Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku vemirandina agirên Mêrdîn û Amedê di bin berpirsiyariya şaredariyan de bûye û wan erkên xwe bi cih neaîne.

Erdogan eşkere kir ku DEM Partî ji ser agir dixwaze provakasyonan derxîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axivî û behsa agirê li gundên navçeya Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê kir.

Erdogan eşkere kir ku deverên ku agir pêketine, di bin berpirsiyariya şaredariyên bajarên Mmezin de ne û wan saziyan erkên xwe bicîh neanîne.

Li gorî gotina Erdogan, wezaret û saziyên din ketine dewrê û hewildanê û bilez karê pêwîst kirine û wan agir vemirandiye.

"Lêkolînên derheqê sedema derketina şewatê de berdewam in"

Erdogan amaje bi nerazîbûna xelkê ya li hmeberî waliyê Mêrdînê jî kir û wiha got:

“Şewat di bin berpirsiyariya şaredariyên mezin de çêbûye.

Dema wan saziyan erkên xwe bicîh neanîn, wezareta û saziyên me ketin dewrê û bilez destwerdan kir.

Lêkolîn û lêpirsînên pêwîst derheqê sedema derketina şewatê berdewam in û dewletê jî ji bo zerermendan dest bi dayîna alîkariyên darayî kiriye.

Wê tevahiya aliyên wan bûyeran bên zelalkirin. Di vê rewşê de, hinek dizên kefenan hewl da vê yekê xirab bikar bînin.

Li Mêrdînê, DEM Partiyê hewl da provokasyonê derxîne lê xelkê pêşî lê girt. “

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst