Yekîtiya Ewropayê li ser roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê çi got?

26-06-2024
Nîşan Balyozê Yekîtiya Ewropayê Thomas Seiler Parlamentoya Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê Thomas Seiler diyar kir ku bi lidarxistina hilbijartinan re biryarên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi temamî meşrûiyeta siyasî distînin.

Îro Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartin 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin.

Dilşad Şehab destnîşan kir ku dê pêvajoya amadehiyên hilbijartinê dest pê bikin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê Thomas Seiler diyar kir ku ew bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re  bi berdewamî ji bo roja diyarkirina hilbijartinan xebitîne. 

Thomas Seiler amaje bi wê yekê jî kir ku ew biryara diyarbûna roja hilbijartinan wekî gaveke erênî dinirxînin. 

Li gorî gotina Thomas Seiler, bi diyarkirin û pêkanîna hilbijartinan biryarên siyasî yên Herêma Kurdistanê meşrûîyeta demokrasiyê distînin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) yê Îraqê li ser hisaba xwe yê Xê wiha got:

“Ji bo ku hilbijartin werin kirin em ji nêz ve bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hemî aliyên siyasî yên Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî re dixebitin”

“Em dê dest bi amadehiyan bikin”

Serokê Tîma Rojnamegeriyê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl jî li ser roja diyarbûna hilbijartinan ji Rûdawê re axivî.

Îmad Cemîl da zanîn, roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkiriye ji bo wan gelekî guncav e û dê dest bi xebatên xwe bikin.

Divabû hilbijartinên Parlamenoya Kurdistanê sala 2022yan bihata kirin lê ji ber lihevnekirina aliyên siyasî û dozên li Dadgeha Federal a Îraqê hilbijartin hatibûn taloqkirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dema yasayî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiribû.

Parlamentoya Îraqê jî adara borî ev dema heta heta 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an dirêj kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst