Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin lidarxistina hilbijartinan

26-06-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanan dikin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên lidarxistin.

Serok Mesûd Barzanî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir û got:

“Ez destxweşiyê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikim ku roja 20ê Çiriya Pêşîn wekî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kiriye.”

Rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin 

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser hilbijartinên serbixwe û wiha pê de çû:

“Em piştgiriya lidarxistina hilbijartinên pak û dûr ji destêwerdanan dikin.

Em ji aliyên siyasî dixwazin rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û ji bo serkeftina pêvajoya demokratîk û parastina aramî û pêkvejiyanê bi berpirsyarî hevkariya hevdû bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst