Li Çewlîgê erd hejiya

26-06-2024
Nîşan Çewlîg Kanîreş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku mezinahiya erdhejê 4,0 e.

AFADê detnîşan kir ku erdhejê saet 07:42yan rû daye û kûrahiya wê jî 11,12 kîlometre ye.

Heta niha li ser xisar û ziyanên erdhejê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst