Li Amedê nirxê veguhestina nav bajêr hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amed a Bakurê Kurdistanê nirxê veguhestina nav bajêr hat zêdekirin herî dawî di 21ê Hezîrana 2022an de hatibû zêdekirin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Amedê biryar da ku ji 3ê meha Tîrmehê û pê ve nirxê vegtuhestinê ya otobusan bê zêdekirin.

Di çarçoveya Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Amedê nirxê veguhestinê ya otobusan 2 lîre hate zêdekirin û bû 8 lîreyên Tirkî. Nirxê veguhestinê ya minibusan jî 3,5 lîreyan hate zêdekirin û bû 10 lîreyên Tirkî. Her wiha nirxê veguhestinê ya ji bo xwendekaran jî dê 6 lîre be.

Zêdekirin li ser daxwaza Odeya Şofêran a Amedê bû ku di rojên dawî de ji ber lêçûnên zêde daxwaznameyek pêşkêşî Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Amedê kiribû.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên din ên biyanî bû sedema bilindbûna nirxê sotemeniyê. Nirxê gaza otomobîlan ji îro pê ve hat zêdekirin. Nirxê lîtreya LPGê ya otomobîlan 66 kuruş hat zêdekirin.