Li Duhokê erdhej çêbû

26-06-2023
RÛDAW
Nîşan Duhok Amêdî Devera Berwarî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê erdhej çêbû. Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê jî ragihand, hêza erdhejê 4.7 pileyê Rîxter bû.

Îro 26ê Hezîrana 2023an di demjimêr 09:42an de erdhej çêbû.

Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê, Hemîd Hesen ji Rûdawê re ragihand, “îro demjimêr 09:42 erdhejek bi hêza 4.7 pileyê rîxter û di kûrahiya du kîlometriya erdê de li parêzgeha Duhokê çêbû.”

Li gorî gotina Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê, welatiyên Duhokê hest bi erdhejê kirin, bi taybet ewên ku di mal û avahiyên bilind de dijîn.

Ji tirsa erdhejê hejmarek welatî li hin taxên bajêr derketin kolanan.

Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê diyar kir, navenda erdhejê devera Berwarî ya li sînorê navçeya Amêdiyê û di navbera Bakurê Kurdistanê û Duhokê de bûye.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên erdheja îro ya li Duhokê de nehatine belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst