Li Amedê bi nêzikbûna cejnê re bazar geş in lê welatî destvala vedigerin malê
Amed (Rûdaw) - Li Amedê xelk amadekariyên cejnê dikin. Malbat li aliyekî ji bo pêşwazîkirina mêvanan şîranî û şekirên bikirin, li aliyek jî ji bo qurbanan li bazarên bajar in. Lê ji ber fiyetan şêniyên bajêr nikarin bi dile xwe her pêwîstiyên cejnê bikirin.
Ji ber bihabûnê welatî li kel û pelên li gor mûçeya xwe digerin. Bi taybet jî welatîyên ku bi mûçeya kêmane dixebitin nikarin danustendinê xwe bikin. Ji ber wî ew gelek tiştan nastînin û dihêlin bo carek din yan jî dikevin bin deyn.
Li bazara qurbanan jî rewş heman e. Lêwra di nav salek de weke nirxê her tiştekî nirxê qurbanan jî du qat zede bûye.
Li navçeya Rêzan a Amedê zarok li gel dê û bavên xwe li bazarê li danûstendina cejna qurbanê ne.
Çevên wan li şal, îşlik, tîşort û pêlavên herî xweşik in ku ew cejnek bi dilê zarokatiya bijîn. Çavên malbatan jî li fiyetên herî erzan in lê bihayê pêwîstiyan rê nade ku ev xwesteka kevneşop bi dilê wan were cîh.
Welatî Sureya Qiziltepe got “Fîyet pir biha ne. Hêza me tune em bikirin. Xwezî erzan biba.”
Welatiyeke din dibêje “Min got em feqîr in tişt biha ne em nikarin bikirin. Cil milên gedeyan min ê bikiriya. Her tişt her tişt bihaye.”
Welatî Adem Baran anî ziman “12 hezar miaşê min e. 4 gede, ez û xanima min em şeş nifûs in. Ka ezê çi qurbanê serjê bikim, çi mesrefên cejnê bikim. Ma hema tu bêje. Ka ez dikarim qurbanê serjê bikim. Îro qurbanek bûye 7 hezar pere. 5 hezar ji min re dimîne ka ez ê çi mesrefa eydê bikim.”
Hatin û çûn ne ku tuneye, qelabalixek zêde li bazarê dabeş bûye lê hinek tene fîyetê dipirsin û diçin. Hinek ji wan jî dikevin bazariyê, heke ew û firoşkar piçek ji ya xwe werin xwarê firotin encam dide xeyalên zarokan dikevin poşetên biçûk û bi deste wan ve tên danîn.
Esnaf Fûat Îzgî diyar kir “Tu serê sibê radibî tu tişt di cîhê xwe de naskinin. Zem li ser zem ê tên.”
Esnaf Celal Ulgen ragihand “Bi millettê re pere tune ye. Pere qîma tiştek nake. Mesela perçe bihaye nikare bistîne.”
Esnaf Ferzende Polat got “Hêza stendinê ya millet hinek kêm e dîsa jî distînin. Ê de em çawa bikin mecbûrî ye ha, şekir mecbûrî ye.”
Kêmek berî cejnê hem li bazara qurbanan, hem jî li bazarên din ên bajêr heman liv û tevger heye. Lê di demekêde ye ku enflasyona zêde nirxê her tiştekî qat bi qat bilindkirîye, bala bi milyonan xelkên ku bi mûçeya kêmane dixebitin jî zêdetir ziviriye ser îdareya rojane. Helwesta sereke ew e ku karibin tenê lazimiyên herî pêwîst bistînin ku bê deyn an jî bi deynek kêm xwe bigihînin sere mehê.