Îşev 160 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji Sûdanê bo Hewlêrê tên veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - 160 welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Sûdanê asê mabûn, işev ji bo Hewlêrê tên veguhestin.

Duh 160 welatiyên din ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi balefireke serbazî ji Sûdanê anîne Hewlêrê. Herwiha tê çavarêkirin ku îşev jî balafireke ku 160 kes tê de ne ji Sûdanê bigihîjin Hewlêrê.

Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derengê şeva derbasbûyî, duyem balafira serbazî ku 160 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê têde bûn ji balefirxaneya BorPort-Sûdan anîn balafirxaneya Hewlêrê.

Ew 160 kesên ku hatibûn vegustin, niha li hejmareke hotêlên Hewlêrê hatine bicihkirin.

Berê jî Hikûmeta Kurdistanê 140 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Sûdanê bi balefireke serbazî anîbûn Hewlêrê.

Biryare îşev jî balefireke din bigihe Hewlêrê, di wê balefirê de jî 160 kes hene.

Li gorî zanyariyên Rûdawê wê di çend rojên bê de jî 2 balefirên serbazî, welatiyên Rojavayê kurdistanê ji Sûdanê bînin Hewlêrê.