Çekdarên Opozisyona Sûriyê li Efrînê 4 welatiyên Kurd girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê 4 welatiyên kurd girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, roja şemiyê, 24ê hezîranê, polîsên serbazî ew 4 welatiyên Kurd li gundê kurzêlê girtine.

Akdar Ehmed Ebdo, Rêzan Hisên Osman, Hemûdê Ehmed Wehîd û Ferhad Ehmed Wehîd bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser hatine girtin.

Herwiha li nahiya Şiyê jî, çekdarên Emşat darzeytûnên cotyarên navçeyê dijmêrin ji bo ku serê her darekê 4 dolar wekî bac wergirin.