Şaredarê Tetwanê Geylanî ji Sînan Aygul lêborîn xwest

26-06-2023
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Tetwanê Sînan Aygul Mehmet Emîn Geylanî Lêborîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya navçeya Tetwanê ya ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve Mehmet Emîn Geylanî derbarê êrîşa pasewanê wî û polîsekî şaredariyê ya li dijî rojnamevan Sînan Aygul de li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û lêborîn xwest.

Li navçeya Tetwanê roja 17ê Hezîranê di demjimêr 15:30an dema rojnamevan û Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ji navenda pizîşkê diranan derdikeve rastî êrîşa pasavanê Serokê Şaredariyê Yucel Baysali û polîsê bi navê Engin Kaplan hatibû û birîndar bibû. Ev bûyer bû sedema nerzîbûnên mezin û Aygul derbarê êrişkaran de doz vekir û di encama de her dû êrişkar hatin desteserkin û bi biryara dadgehê hatin girtin.

Derbarê bûyerê de wê demî Serokê Şaredariya Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî gotibû tu pêwendiya wî bi bûyerê re tune ye, lê îro 26ê Hezîranê Serokê Şaredariya Tetwanê li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û lêbûrîn xwest.

Geylanî di peyama xwe de dibêje "17’ê Hezîrana 2023’an roja Şemiyê li navçeya me ya Tetwanê li dijî rojnamevan Sînan Aygul êrîşeke hovane ya ku em qet qebûl nakin pêk hat.

Ev êrîş ji aliyê personelên yekîneya parastina şaredariya me ve hat kirin, ev jî aliyke din yê wê bûyerê bû ku em gelekî xemgîn kirin.

Derbarê personelên eleqedar de hem lêpirsînên edlî û hem jî yên îdarî hatin destpêkirin, êrîşkar hatin girtin û pêvajoya hiqûqî berdewam dike.

Di encama pêvajoyê de daxwaza me ya herî mezin ew e ku hem êrîşkar, hem jî hander û kesên ku beşdarî vê bûyerê bûne bi awayek herî giran li pêşberî qanûnê bên cezakirin.

Her çiqas em beşdarî êrişê nebûne jî, lê ji ber cihê kesên êrişkar lê berpirsyariya wê êrişê têxe ser milê me jî.

Bi van hest û ramanan; Beriya her tiştî ez weke Serok şaredar, careke din li pêş rayagiştî vê êrîşa li hemberî hevalê me yê rojnamevan Sînan Aygul şermezar dikim û jê re dibêjim derbasbûyî be. Her wiha ez weke Şaredarê Tetwanê ji ber vê bûyera xemgîn di serî de ji malbata Aygul, hezkiriyên wî û xizm û kesûkarên wî, gundê Yoncabaşi (Şikranis) û hemû xelkê Tetwanê xemgîniya xwe dubaredikim û lêborînê dixwazim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst