Îran li ser sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê daxwaza zelalkirinekê dike

26-06-2023
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îran li ser nûçeyên dayîna sîstema berevaniya esmanî ji aliyê Amerîkayê ve ji Herêma Kurdistanê daxwaza zelalkirinekê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro Duşemê di civîna rojnamevaniyê ya heftane de li ser pirsa îhtimala dayîna sîstema berevaniya esmanî ji aliyê Amerîkayê ve bo Hêza Pêşmerge got, “Bala Tehranê li ser berpirsiyariya hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Her wiha divê rayedarên Herêma Kurdistanê jî li ser vê yekê zelalkirinekê bikin.”

Nasir Kenanî got, “Divê berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê bi berpirsyariyetiyên xwe û hesasiyeta karên xwe yên têkildarî ewlehiya sînor û siyaseta cîrantiyê haydar bin.”

Li gor gotina Nasir Kenanî, Têhran ti carî baweriya xwe bi nêrîn û kiryarên Amerîkayê nayîne, ji ber ku li gorî wî, Washington berjewendiya xwe di têkdana aramiya welatên herêmê û têkbirina peywendiyên wan ên ligel cîranên xwe de dibîne.

Kongresa Amerîkayê di projeyasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de madeyek ji bo dabînkirina sîstemên dijî mûşekî ji bo Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê zêde kir. Ew madeya piştî Encûmena Nûneran dibe ku Encûmena Pîran re bê şandin.

Rêveberê Ofîsa Kongresman Michael Waltz, Ernie Audino roja 22ê Hezîrana 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Kurd û Pêşmerge bi salan hevkarên me yên mezin in; Pêwîstiya wan bi wê mûşekê heye û em jî dixwazin li hember wan mûşekan bihêz bin. Ji ber vê yekê ev pêşketineke girîng e lê mixabin hîn biryara dawî nehatiye dayîn. Divê Encûmena Pîran pesend bike, paşê ji bo îmzekirinê dê biçe Koşka Spî.”

Ev proje ji aliyê endamê Kongresê Don Bacon ve ku nûnertiya Nebraskayê dike, hatiye destpêkirin û hejmarek ji endamên din ên Kongresê yên ji her du partiyên Demokrat û Komarî piştgiriya wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst