Jiyana koçberên Rojava û Şingalê di nav zeviyên çandiniyê de

Duhok (Rûdaw) - Komek ji koçberên Şengalê li kampa Mam Raşan a Şêxanê sibehê zû li ber derê kampê digihîn hev. Her roj demjimêr di 04.00ê sibê de ji kampê derdikevin. Barê jiyanê ê giran ew neçar kirine ku vê rêyê hilbijêrin. Keç û kur bê ciyawaz berê xwe didin nav zeviyên kartolan.

Meyade Elyas keçeke 19 salî ye û ji Xanesorê ya Sîngalê ye. Di mala wê de heşt kes 12 roj bi xwişkek û birayekî xwe re di vî karî de dixebitin ji bo debara jiya malbata xwe.

Meyade Elyas dibêje “Em demjimêr çarê sbehê de derdkevîn û karekî bi zehmet e eger ne ji mecburî be, ti kes nayê vî karî. Divê perê me zêde bikin, perê me tenê têra debara rojê dike.”

Li deşta Navkor ê rojane tenê ji kempa Mam Reşan bêtirî 500 kirêkar li nava zeviyên kartolan kar dikin. Kirêkar bi rêya belênderan tînin kar.  Hecî Muhsin yek  ji wan kesan e ku 36 kesan digel xwe anî kar.

Ji bilî awareyên Şingalê penaberên Rojavayê Kurdistanê jî bi heman şêweyî tên vî karî. Ev penabere li kempa berderş hatîne ku hejmara wan 40 kesn..

Hecî Muhsîn dibêje “Em ji kampa Bardereşê xelkê Rojava ne. Rojane sê beş û 90 karker in. Her 30 karker li nav erdekî ne. Rojana wan 13 hezar dînar e, 4 saet îş dikin.”

Basil Dexîl got “Em sibê demjimêr derdora 4an radibin hata 11an kar dikin bi 11 hezar dînarî. 11 hezar ne tişteke divê bikirana 15 hezar dînarî.”

Bêhtirî 200 cotkarên deşta Navkorê ya li sînorê qezayên Şêxan û Berdereşê karê çandina kartolan dikin. Salane digel destpêkirina komkirna berhemên xwe her yek ji wan rojane 30 heta 50 kirêkaran ji aware û penaberan tînin kar.

Ebdulezîz Mehmûd diyar kir “Aware hatîne vê derê û rewşa wan xirab e duwem revyane û wek mêvan in daku debara jiyana xwe bi vî pereyî bikin ne ku kirêkar li vê derê pir in.”

Li gor amarên nefermî, rojane zêdetirî 2000 penaberên Şingalê û nêzîkî 1000 penaberên Rojavayê Kurdistanê li nav bostan û zeviyên kartolan ên parêzgeha Duhokê kar dikin.