Li Til Koçerê êrişî hêzên Senadîd hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî bajarokê Til Koçer yê ser bi Hesekê ve li Rojavayê Kurdistanê, teqe li otombêleke Hêzên Senadîd yên Eşîreta Şemer hate kirin, 3 çekdar hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Îro 2 kes ku li matorekî siwar bibûn, li nêzîkî gundê Elî Axe yê navçeya Til Koçer li Rojavayê Kurditanê teqe li otomobêleke hêzên Senadîd kirin, di encam de 3 çekdarên Senadîd hatine kuştin û 5ê din jî birîndar bûn.

Birîndar û kuştiyên bûyerê  ji bo nexweşxaneyên Girkê Legê û Dêrikê hatin şandin.

Hêzên Asayişê jî dest bi lêkolînê kir.

Heta niha ti aliyekî berpirsyaretiya xwe di ber wê êrîşê de ranegihandiye. 

Hêza Senadîd, beşeke ji hêzên HSD, ya eşîreta Şemer e û kurê Himêdî Deham El-Cerba Şêxê wê Eşîretê, Bender El-Cerba fermandarê wê ye.

Til Koçer girêdayî parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî 100 km li rojhilatê bajarê Qamişlo dikeve.

Nişteciyên Til Koçer ji kurd û erebên êla Şemer pêk tên.

Til Koçer bajarokê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba ye ku bi xwe jî ji êla Şemer e.